Rola rewşenbîran di çareserkirina pirsgirêkên civakî de

Yekitiya Rewşenbîran a kantona Efrîn û Şehbayê bi dirûşma "Rola rewşenbîran di çareserkirina pirsgirêkên civakî de" li bajarê Til Rifetê paneleke diyalogê li dar xist.

Rola rewşenbîran di çareserkirina pirsgirêkên civakî de
Rola rewşenbîran di çareserkirina pirsgirêkên civakî de
Rola rewşenbîran di çareserkirina pirsgirêkên civakî de
Rola rewşenbîran di çareserkirina pirsgirêkên civakî de
Rola rewşenbîran di çareserkirina pirsgirêkên civakî de
Rola rewşenbîran di çareserkirina pirsgirêkên civakî de
Rola rewşenbîran di çareserkirina pirsgirêkên civakî de
Rola rewşenbîran di çareserkirina pirsgirêkên civakî de
Rola rewşenbîran di çareserkirina pirsgirêkên civakî de
3 cotmeh, 2024   23:07
ŞEHBA

Panel li navenda Mala Êzîdiyan a bajarê Til Rifetê li dar ket. Di panelê de nûnerên desteyên Rêveberiya Xweser, meclis û saziyên sivîl beşdar bûn.

Di serî de berdevkê Yekitiya Rewşenbîran Egîd Xelîl mijarên panelê yên li ser pirsgirêkên civakî û aliyê wan ê exlaqî xwendin.

Beşdaran li ser wan mijaran nîqaş kir û ev pêşniyar kirin:

1- Xurtkirina aliyê exlaqî.

2- Peydakirina derfetên kar û başkirina rewşa jiyanî wekî zêdekirina mûçeyan.

3- Lidarxistina hemleyên hişyariya ji metirsiyan û bandorên nerênî yên derûnî û civakî.

4- Zêdekirina têgihîştina fîzîkî.

5- Têkoşîna li dijî zewa keçîn (zewaca keçên temenbiçûk).

6- Zêdekirina bernameyên hişyarkirin û perwerdekirinê.

7- Perwerdekirina malbatan li ser dan û standina bi zarokan re.

(mh)

ANHA