ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-11-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-11-2025
2 mijdar, 2025   02:00

Sekreterê giştî yê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê Salih Gedo li ser gava PKK’ê got “Niha top li gel dewleta Tirk e. Gava yekem divê Serok Apo azad bibe, ji bo ku pirsgirêkê çareser bike.” BI WÊNE Û DÎMEN

Malbatên şehîd û gerîlayan piştgiriya xwe bi gerîlayên azadiyê re anî ziman û got gerîla berpirsyariyên xwe yên dîrokî pêk anîn, divê dewleta Tirk jî gavên cidî biavêje. BI WÊNE Û DÎMEN

Dema zarok bû li ber destên dayika xwe fêrî pîşeya dirûtina cilan bû. Di salên dijwar ên koçberiya ji Efrînê, bi karê dirûnê debara malbata xwe kir, niha jî piştî koçberiya cara duyemîn, li wargeheke koçberan a li bajarê Tebqayê bi pîşeya xwe ya zaroktiyê sebra xwe tîne û li hember dijwariya jiyanê li ber xwe dide. BI WÊNE Û DÎMEN

Cotkarên garis ên li Reqa û Dêr Hafirê banga vekirina rêyan û xebitandina kargehên ziwakirinê kir. Cotkaran ji aliyên têkildar xwest destekê bidin wan. BI WÊNE Û DÎMEN

Mihemed Oso yek ji şahidê berxwedana Kobanê diyar kir ku şervanan bi hemû hêza xwe, bi çekên sivik li hember dijmin têkoşîn kir û bi ser ketin. BI WÊNE Û DÎMEN