Li Hesekê derbarê dîroka Serê Kaniyê semîner hat lidarxistin

Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê li Hesekê der barê dîrok û rewşa niha ya bajarê Serê Kaniyê, semînerk li dar xist.

Li Hesekê derbarê dîroka Serê Kaniyê semîner hat lidarxistin
Li Hesekê derbarê dîroka Serê Kaniyê semîner hat lidarxistin
Li Hesekê derbarê dîroka Serê Kaniyê semîner hat lidarxistin
Li Hesekê derbarê dîroka Serê Kaniyê semîner hat lidarxistin
Li Hesekê derbarê dîroka Serê Kaniyê semîner hat lidarxistin
Li Hesekê derbarê dîroka Serê Kaniyê semîner hat lidarxistin
Li Hesekê derbarê dîroka Serê Kaniyê semîner hat lidarxistin
1 mijdar, 2025   21:53
HESEKÊ

Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê îro semînerk bi sernavê "Serê Kaniyê.. dîrok û rewşa niha" li bajarê Hesekê li dar xist, bi dehan rewşenbîr tev li semînerê bûn.

Lêkolîner Mihemed Ceza semîner da û diyar kir ku dîroka bajarê Serê kaniyê dighêje 9 hezar sal berî zayînê.

Cezaa her wiha dîroka niştecîbûna li bajêr û pirrengiya wan a çandî û civakî nirxand, û diyar kir ku ev pirrengî bûye mozaîkek dewlemend. Da zanîn ku li seranserî dîrokê komên cihêreng li bajêr bi cih bûne.

Lêkolîner Mihemed Cezaa bal kişand ser dagirkirina Serê Kaniyê ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve, di 9`ê Cotmeha 2019`an de, û koçberkirina şêniyên bajêr û wêrankirina şûnwarên dîrokî û çandî. Cezaa da zanîn ku dewleta Tirk demografiya bajêr guhertiye û hewl dide nasnameya wê ya rastîn tune bike.

Di dawiya semînerê de, beşdaran jî nêrîn xwe anîn ziman û bal kişandin ser girîngiya  belgekirina dîroka bajêr û parastina mîrata wê ya arkeolojîk û mirovî.

(k)