ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-08-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-08-2026
2 tebax, 2026   02:00

Fakulteya Endezyariya Çandiniyê ya Zanîngeha Rojava 3 projeyên zanistî di Festîvala Genim a Yekemîn de pêşkêş kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Felek Yûsiv xwe fêrî destkariyan dike û niha projeyeke aborî li bajarê Girke Legê vekiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).
Navenda Alîkariyên Lezgîn a Kobanê ya girêdayî Komeleya Mezopotamya ya Alîkarî û Geşepêdanê, ji bo şêniyên bajarê Kobanê û gundewarên wê xizmetên alîkariya lezgîn a tenduristî û veguhastina bijîşkî ya bêpere peyda dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Rojnameyan diyar kir ku serxistina pêvajoya veguhêz li Sûriyeyê bi reformên saziyan ve girêdayî ye. Her wiha îşaret pê kir ku dan û standinên nukleerî bandorê li hevsengiyên kendavê dike. Rojnameyan bal kişand ser zextên ewlehiyê yên li ser Lubnanê û hewldanên diplomatîk ên aramkirin. 

Şaredariya Gel a bajarê Dirbêsiyê xebateke giştî ya paqijkirina kolanan dide destpêkirin. Xebata paqijîkirinê ji Qada Şehîdan dest pê dike. Saet 09.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).