Di hefteyekê de rojevên rojnameyan

Rojnameyan diyar kir ku serxistina pêvajoya veguhêz li Sûriyeyê bi reformên saziyan ve girêdayî ye. Her wiha îşaret pê kir ku dan û standinên nukleerî bandorê li hevsengiyên kendavê dike. Rojnameyan bal kişand ser zextên ewlehiyê yên li ser Lubnanê û hewldanên diplomatîk ên aramkirin.

Di hefteyekê de rojevên rojnameyan
2 tebax, 2026   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên hefteya borî de cih da pêvajoya veguhest a Sûriyeyê, dan û standinên nukleerî yên Erebistana Siûdî û Amerîkayê, her wiha geşedanên li Lubnanê.

PARLAMENTOYA SÛRIYEYÊ Û VEGUHEZTINA SIYASÎ

Rojnameya El Erebî El Cedîd nivîsî ku lidarxistina rûniştina yekem a parlamentoya Sûriyeyê gavek ber bi ji nû ve aktîvkirina saziyên dewletê di qonaxa veguhêz de, lê ew bi serê xwe nîşaneyek serkeftina veguheztina siyasî pêk nayne.

Rojnameyê diyar kir ku serkeftina qonaxa veguhêz ne bi avakirina saziyan an guhertina rûyan tê pîvandin, lê belê bi hêza dewletê ya pejirandina reformên rastîn ên siyasî û destûrî û veguherandina Meclîsa Gel bo dezgeheke qanûndanîn û çavdêriyê ya bi bandor girêdayî ye.

LI PIŞT PEYMANA NUKLEERÎ YA SIÛDÎ ÇI HEYE?

Rojnameya El Quds El Erebî nivîsî ku peymana nukleerî ya di navbera Erebistana Siûdî û Dewletên Yekbûyî de bi pêşketinên di danûstandinên Amerîka-Îranê de ve girêdayî ye û dibe ku rê li ber têgihîştineke berfirehtir veke ku dê bihêle Îran mafê dewlemendkirina uranyûmê ji bo armancên aştiyane biparêze.

Rojnameyê destnîşan kir ku girêdana pêkanîna peymanê ji aliyê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ve bi normalîzekirina Siûdî bi Îsraîlê re di çarçoveya hewldaneke siyasî de pêk hatiye, ji bo kontrolkirina nerazîbûnên navxweyî û Îsraîlê.

Rojnameyê  diyar kir ku siberoja peymana Siûdî dê bi encama danûstandinên bi Îranê re û bi pêşketinên herêmî yên berdewam ve girêdayî bimîne.

LUBNAN DI NAVBERA ZEXTÊN EWLEHIYÊ Û TEVGERÊN DÎPLOMATÎK DE

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê Lubnanê de destnîşan kir ku artêşa Lubnanê bi daxuyaniyekê ragihand ku Îsraîlê bi domandina binpêkirinên xwe temambûna belavbûna leşkerên wê li başûrê welat asteng dike. Rojnameyê bal kişand ser vê  eykê ku desthilata Lubnanê çavdêriya li benderan asê kirine da ku li ber jêderên finansekirina Hizbullahê bigire.

Rojnameya El Erebî El Cedîd jî li ser peywendiya Fransa-Lubnanê nivîsî. Hate gotin, Serokkomarê Lubnanê Joseph Aoun û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron banga rawestandina êrişên Îsraîlê kirin. Di heman demê de nîqaşên li ser rola artêşa Lubnanê li başûr dewam dikin.

Rojnameya El Nehar a Lubnanê jî îşaret bi vê yekê kir ku berî gera dan û standinên li Romayê, artêşa Lubnanê "zengilê hişyariyê" lê da. Li gorî rojnameyê, daxuyaniya artêşê peyamên siyasî û ewlehiyê yên têkildarî pêkanîna "peymana çarçoveyî" hildigire. Rojnameyê her wiha cih da serdana Serokwezîrê Lubnanî ya Bexdayê ya ji bo nîqaşkirina projeya vejandina boriya petrolê ya Iraq-Lubnanê.

Rojnameya El Exbar jî bal kişand ser armancên peywendiyên Îran-Omanê û îhtîmala berdewama aramiyê di navbera DYA û Îranê de. Destwerdana muhtemel a Sûriyeyê di Lubnanê de, dîsa jî daxuyaniyên fermî yên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ku dibêje ew destwerdana leşkerî nake wekî mijareke sereke hat şîrovekirin.