Îsraîl: Trump nêzî êrişeke berfireh li dijî Îranê ye

Rayedarekî Îsraîlê got, Trump ji her demê bêtir nêzî biryara êrişeke berfireh li dijî Îranê bûye.

Îsraîl: Trump nêzî êrişeke berfireh li dijî Îranê ye
1 tebax, 2026   23:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya Îsraîlê, rayedarekî îsraîlê anî ziman ku serokê Amerîkayê Donald Trump ji her demê zêdetir nêzî biryara êrişeke berfireh li dijî Îranê bûye. Li gorî agahiyan dan û standinên bi Îranê re xetimî ne.

Kanala 12  a Îsraîlê jî ragihand ku Washington pêkanîna êrişên li dijî tesîsên enerjiyê yên Îranê dinirxîne. Li gorî rayedarekî, dibe ku Trump fermana ji nû ve destpêkirina operasyonên leşkerî li dijî Îranê bide.

Hate destnîşankirin ku dibe ku Îsraîl di qonaxa destpêkê ya her êrişeke muhtemel de beşdar nebe.

Li aliyekî din balyozxaneyên Amerîkayê yên li welatên Rojhilata Navîn ve hişyarî dan welatiyên amerîkî ku ji îhtîmalên astengiyên rêwîtiyê û girtina qada hewayî re amade bin.

(bb)