ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-02-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-02-2024
2 sibat, 2024   02:00

Fermandar Şervan Heleb piştî rûniştina yekemîn a bi Rêber Abdullah Ocalan re, bê teredud tev li tevgerê bû û ji nifşên bê re mîraseke şoreşgerî ya zêdetirî 30 salan hişt. (BI WÊNE Û DÎMEN)

"Dema gotin û soz wateya xwe winda bikin, bizanin ku xeflet, bêwijdanî, ruxandineke exlaqî heye. Pêwîst e armanc tenê azadî û serkeftin be. Divê “Bêyî Serok Apo jiyan nabe” ji dirûşmeyê bê derxistin. Divê çavkaniyên madî û manevî yên dijmin û hêzên di êrişên tunekirina Kurdan re rol dilîzin, bibin hedef. Sîstema Konfederalîzma Demokratîk bê avakirin.”  (BI WÊNE)        

Rûspiyên Holê piştgiriya xwe ji ˊOperasyona Mırovî û Ewlehiyêˊ re ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSDˊê û YPJˊê li Holê daye destpêkirin, nîşan da. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Lêkolerê komeleya jîngehê Elî Beelbekî destnîşan kir ku pêwîst e ji hêzên ku li dijî jîngehê çekên kîmyewî bi kar tînin û sûcan pêk tînin, hesab bê xwestin. (BI WÊNE)

Jinên Reqayê diyar kir ku hewldan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê têkoşîna wan têk nabin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Lêkolerên Ereb destnîşan kir ku ji ber sedemên têkildarî aloziya bi Îranê re û pabendbûna Amerîka bi garantiya ewlehiya Îsraîlê re vekişîna Amerîkayê ji Iraqê dûr e. Her wiha wan bang li berpirsên Iraqê kir ku Iraqê ji aloziyên hêzên hegemonîk bi dûr bixin. (BI WÊNE)

Xelkê kantona Firatê li gundê Cibnê yê rojavayê Kobanê sersaxiyê ji malbata şehîd Çîçek Kobanê dixwaze, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA