Têkoşer Hisên hat berdan

Piştî nerazîbûn û zextên li ser destgîrkirina rojnamevan û çalakvan Têkoşer Hisên, beriya demek kurt Têkoşer Hisên ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hate berdan.

Têkoşer Hisên hat berdan
1 sibat, 2024   23:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakvan û rojnamevan Têkoşer Hisên, îro piştî ji aliyê Asayîşa Çomanê ve hate bangkirin, li ser navê lêpirsînê hate binçavkirin û piştre ji bo Asayîşa Soran hate veguhestin.

Li gorî agahiyên ji malbata Têkoşer Hisên hatiye girtin, beriya demek kurt Têkoşer Hisên piştî zext û nerazîbûnên li ser destgîrkirina wî, ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hate berdan.

Tê payîn rojnamevan û çalakvan Têkoşer Hisên li ser sedema binçavkirina xwe daxuyaniyek bide.