Li Şamê kesê di êrişa dronê de birîndar bûbû wefat kir

Li bajarê Qara yê Rîf Şamê erebeyek hatibû hedefgirtin, di encamê de kesê tê de birîndar bûbû û wefat kir. Li gorî agahiyan, erebe bi dronê hatibû hedef girtin.

Li Şamê kesê di êrişa dronê de birîndar bûbû wefat kir
27 cotmeh, 2026   23:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyandibû ku li nêzî bajarê Qara li ser rêya Şam-Humsê, duh (duşem), erebeyek hatibû hedefgirtin, di encamê de kesek birîndar bûbû û ji ber birîna xwe îro wefat kir. Bi wê re encama lêdana erebeyê 2 kes hatin kuştin.

Kesê rasterast di êrişê de hatiye kuştin, li gorî agahiyan, serçeteyê “Huras El Dîn” e, lê heta niha nasnameya wî nehatiye diyarkirin.

Li gorî agahiyên destpêkê, erebe bi dronê hatibû bombebarankirin, lê heta niha aliyê êriş kiriye nehatiye zanîn.

(f)