Partiya Komunîst a Iraqê: Entegrasyona YBŞ’ê mafeke destûrî ye

Malbenda Partiya Komunîst a Iraqê li Şengalê ragihand ku entegrasyona Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ya bi hêzên ewlekariyê ya Iraqê re mafeke destûrî ye û daxwaz ji hikûmetê kir ku valatiya ewlehiyê tije bike.

Partiya Komunîst a Iraqê: Entegrasyona YBŞ’ê mafeke destûrî ye
27 cotmeh, 2026   22:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Malbenda Partiy Komunîst a Iraqê têkildarî entegrasyona Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û hêzên ewlekariyê ya Iraqê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku entegrasyona Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ya bi hêzên ewlekariyê ya Iraqê re mafeke destûrî ye û çavdêriya vê rewşê dikin û destnîşan kir ku hebûna hêzên çekdar ên derveyî hêzên asayîşê û navendên biryardariya ewlekariyê ziyanê dide xelkê Şengalê.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hebûna çekan a di destê dewletê de tenê ji bo pêkanîna dadperweriyê têrê nake, daxwaz ji hikûmetê dikin kû valatiya ewlehiyê tije bikin bi hêzên disiplîn, welatiyên herêmê bê ferq û cudahî biparêzin û şervanan li gorî pîvanên yasayî kêrhatiyan belav bikin li gel parastina mafê birîndaran û kesûkarên şehîdan bicih bînin.”

Herî dawî di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Beşdariya xelkê Şengalê di birêvebirina ewlehî û xizmetguzariyên bajêr de û pêşîgirtina li destwerdana biyanî pir girînge. Bi sozên hikûmetê yên ji bo ji nû ve avakirin û tezmînata qurbaniyan û aştî dikare bi rêzgirtina li hemû civakan pêk were.”