ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 08-07-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 08-07-2025
8 tîrmeh, 2025   02:00

Bi armanca peydakirina kehrebê û başkirina hawirdora perwerdehiyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê, li dibistanên kantonê dest bi siwarkirina pergala enerjiya tavê û felterkirina avê kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Ji ber pêkanîna rêbazên nûjen di çandiniyê de, mewsima îsal a sebzeyên havînê li Reqayê geş bûye û bihayên sebzeyan gelekî erzan bûne. BI WÊNE Û DÎMEN

Şivanên li gundewarên kantona Cizîrê yên dikevin ser sînorê Bakûrê Kurdistanê diyar kirin ku di demên dawî de gur pir zêde êrişî pezên wan dikin, lewma nikarin bi şev razên. BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser û Desteya Çandê ya Tebqayê ji bo belgekirin û tomarkirina cihên dîrokî yên li rojavayê Tebqayê yên ku piştî kêmbûna ava çemê Firatê derketine, mekanîzmayek hevbeş danî. BI WÊNE Û DÎMEN

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Derar, da zanîn ku demokratîkbûn ji bo Sûriyeyê pêdiviyek hebûnî ye û got eger destûreke ku mafên hemû pêkhateyan mîsoger dike neyê nivîsandin, wê siberoja Sûriyeyê nebe. BI WÊNE Û DÎMEN

Li bajarê Hesekê hemleya heftane ya paqijî û hişmendiya jîngehê didome, vê hefteyê hemle gihîşt taxa El Nasire, (09:00). BI WÊNE Û DÎMEN