Çand û Hunerê ya Til Temirê klîpek derxist

Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Til Temirê li ser jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên bajêr de û şehîdan, klîpek derxist.

7 tîrmeh, 2025   23:49

Navenda Çand û Hunerê ya Til Temirê li ser jiyana hevbeş, çand û mîrasa bajêr û şehîdan klîpek derxist.

Di kilîpê de wêneyên hawîrdora xwecih, çemê Xabûrê û gundên derdorê, wêneyên şehîdan ku nîşaneya fedakariyên wan e, hene.

Di kilîpê de reseniya civakê û têkiliyên xurt di navbera pêkhateyan de, nirxên berxwedanê û dilsoziya bi şehîdan re tê nîşandan.

Niha ev klîp li ser rûpelên navendê yên fermî yên li ser facebookê û dezgehên din ên civakî tên pêşkêşkirin.

(şx)