Roja yekemîn a Pêşengeha pirtûkan bi serdanan bi dawî bû

Roja yekemîn a Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8`an bi serdanan bi dawî bû. Li gorî bernameyê, pêşangehê wê sibe semîner wer dayîn, pirtûk werin îmzekirin û şahî were lidarxistin.

15 cotmeh, 2024   20:50
QAMIŞLO

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8`an di bin dirûşma “Ka em xwendinê bikin şêweyekî jiyanê” bi beşdariya 54 weşanxane, pirtûkxane, navend û saziyên wêjeyî yên xwecih, Kurdistanî, Sûriyeyê, Lubnan, Iraq, Balçîka, Brîtanya, Misir, Kiwêt û Îmaratê li hola Zana ya bajarê Qamişlo di roja xwe ya yekemîn de didome.

Hezkiriyên xwendinê yên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rewşenbîr, nivîskar, wêjevan û endamên saziyên Rêveberiya Xweser serdana pêşangehê kirin, li ber dengê mûzîkê li nava pirtûkan geriyan û ji bo xwendinê pirtûk girtin.

Di pêşengehê de zêdetirî 143 hezar pirtûkên; wêje, çîrok, roman, helbest, şano, lêkolîn, felsefe, zanistên civakî, siyaset, fikir, dîrok, ziman, rêziman, ferheng, gotarên cuda û yên zarokan bi zimanê Kurdî (kurmancî û soranî), Erebî, Tirkî, Ingilîzî, Rûsî, Fransî, Suryanî, Ermenî û Almanî hatine pêşandan.

Li gorî bernameya pêşangehê wê sibe danê êvarî ji aliyê nivîskar Merwan Berekat ve semînera bi sernavê `Wêje û rexnegiriya wêjeyî li Rojavayê Kurdistanê` were dayîn, merasîma îmzekirina pirtûkan û şahiyeke hunerî bên lidarxistin.

Pêşangeh heta 22`ê Cotmehê dewam dike.

(sb)

ANHA