Bangewaziyên zêdekirina hevgirtina ji bo mexdûrên şerê li Lubnanê

Heyva Sor a Kurd li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji bo mexdûrên şerê li Lubnanê alîkeriyê kom bike û rihê hevgirtinê li hember aloziyan xurttir bike, kon vegirt. Heta niha 2 hezar û 155 kes ji Lubnanê hatine Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê.

Bangewaziyên zêdekirina hevgirtina ji bo mexdûrên şerê li Lubnanê
Bangewaziyên zêdekirina hevgirtina ji bo mexdûrên şerê li Lubnanê
Bangewaziyên zêdekirina hevgirtina ji bo mexdûrên şerê li Lubnanê
Bangewaziyên zêdekirina hevgirtina ji bo mexdûrên şerê li Lubnanê
16 cotmeh, 2024   06:10
HELEB

Saziyên xizmetghuzarî û rêxistinî û mirovî yên Rêveberiya Xweser ji bo xurtkirina hevgirtinê li hember aloziyan, di nava hewldanan de ne. Di vê çarçoveyê de Heyva Sor a Kurd ji bo ku alîkariyê ji mexdûrên şerê li Lubnanê re kom bike, li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê kon vegirt.

Kon li herêma Cibênat taxê ye. Endama heyvê Sakîne Erebo diyar kir ku armanca wan ji hemleya ku li piraniya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kiriye, komkirina alîkariyê û piştgiriya mexdûran e.

Sakîne wiha domand: "Ruxmî şert û mercên dijwar, min bi çavê xwe berztirîn wateyên mirovahiyê dîtin."

Sakîneyê bang li şêniyan kir ku berê xwe bidin kon û ji bo piştgiriya mexdûrên şerê li Lubnanê, alîkariyê bidin.

Li gorî maseya krîzê heta 15`ê Cotmehê 2 hezar û 155 mexdûr ji Lubnanê hatine taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê û hemû jî sûriyeyî ne.

Şêniyê bi navê Horîk Ehmed ê ji Lubnanê vegeriyeye taxê, spasiya maseya krîzê û Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiye kir ku pêşwaziya wan kir û cih ji wan re peyda kirin.

Mihemed bal kişand ser rewşa dijwar a Lubnanê û got: "Tiştek ji axa welêt bihatir nîn e. Dema hêzên navneteweyî pişta xwe didin me, divê gelê Kurd piştgiriya hev bike."

(şx)

ANHA