Meclisa Til Temirê: Leşkerên Dewleta Tirk agir berdan zeviyên çandiniyê

Hevserokê Meclisa Bajarê Til Temirê diyar kir ku baregehên leşkerî yên dewleta Tirk ên li heremên dagirkirî agir berda zeviyên çandiniyê li gundewarên bajêr, di encamê de ziyanên mezin li çandinî û milkên cotkaran bû.

Meclisa Til Temirê: Leşkerên Dewleta Tirk agir berdan zeviyên çandiniyê
Meclisa Til Temirê: Leşkerên Dewleta Tirk agir berdan zeviyên çandiniyê
Meclisa Til Temirê: Leşkerên Dewleta Tirk agir berdan zeviyên çandiniyê
Meclisa Til Temirê: Leşkerên Dewleta Tirk agir berdan zeviyên çandiniyê
Meclisa Til Temirê: Leşkerên Dewleta Tirk agir berdan zeviyên çandiniyê
24 hezîran, 2026   07:50
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Li gundewarên Til Temirê şewata bi zeviyan ketibû berdeam dike. Tîmên awarte û şênî hewldanên xwe ji bo vemirandina agir û parastina berhemên mayî didomînin.

Hevserokê Meclisa Bajarê Til Temirê Xalid Yûsif Xelef diyar kir ku şewatên vê dawiyê li herêmê belav bûne di encama kiryarên zanebûn ên baregehên leşkerî yên dewleta Tirk û komên girêdayî wan ên li gundên li ser sînorê herêmê, pêk hatine.

Xelef da zanîn ku agir li çend deverên nêzîkî baregehan derketiye, paşê belav bû û gihaşt zeviyên genim, ceh, milkên û di encamê de ziyanên mezin li zeviyên çandiniyê û milkên cotkaran bûye.

Xelef diyar kir ku tîmên awarte, Şaredariya Gel, saziyên xizmetguzariyê û niştecihên herêmê bi şev û roj dixebitin da ku agir li gelek deveran vemirînin.

Li gorî xelef ji ber şewatan, deverên berfireh ên zeviyên çandiniyê şewitîne, her wiha ziyanên mezin li projeyên çandiniyê, pergalên enerjiya rojê, torên avdanê, bîr û alavên çandiniyê bûne. Ev yek bûye sedema ziyanên darayî yên mezin, ku bandoreke neyînî li ser debara cotkaran kiriye.

Xelef bang li rayedarên têkildar û rêxistinên mirovî kir ku zirara ku li şêniyan, milkê wan û cotkaran hatiye kirin belge bikin, piştgiriya lezgîn bidin kesên bandordar û tedbîran bigirin da ku pêşî li dubarebûna agirên weha bigirin û erdên çandiniyê biparêzin,

Li deverên gundewarên Til Temirê ev demek e şewat zêde bûne ku di encamê de bi hezaran donim erdên çandiniyê şewitîne.

Şêniyên herêmê û tîmên awarte hewlên xwe ji bo vemirandina agir didomînin.

Agirên ku li gundewarên Til Temirê belav bûn, bandor li nêzîkî 23 gundan kiriye, ji bilî deverên mezin ên erdên çandiniyê, ku di encamê de nêzîkî 200 donim genim şewitiye.

(k)