Xelkê Kobanê: Divê demildest Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe

Xelkê Kobanê têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de got ew ji bo tevahî gelan rabû ser pêyan, ji lew re jî divê êdî gel jî rabie ser pêyan û fîzikiya wî misoger bikin.

Xelkê Kobanê: Divê demildest Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe
24 hezîran, 2026   02:35
KOBANÊ

Xelkê bajarê Kobanê ji ajansa me re axivîn û anî ziman ku bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan re dawî li şer tê. 

Mesûd Bozî anî ziman ku pêvajo bê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ne mimkun e bi ser bikeve û got: “Mafê hêviyê divê demildest bi cih were, her kes jî dizane ku Rêber Apo bûye sembola aştiyê ya sedsala 21’an. “

Bozî her wiha got: “Gelek bangên aştiyê yên cîhanî hatin kirin lê ne weke banga Rêber Apo bû ku pêre PKK jî xwe fesix kir. Rêber Apo xwedî giranî û hebûne di Rojhilata Navîn û Kurdistanê ye, îro jî 27 sal li pey me ma û hîna jî rêberê me di nava çar dîwaran de ye.”

Bozî anî ziman ku yê ku karîbû êdî pêşî li şer bigire, Rêber Abdullah Ocalan e û anî ziman ku divê êdî demildest fîzîkî azad bibe.

Emîne Yasîn got: “Rêber Apo ji bo tevahî galan di nava çar dîwaran de ye, bi me dayikan mabe em ê rabên ser pêyan. Divê êdî demildest Rêberê me fîzîkî azad bikin.”

Emîneyê bang li gel kir ku divê hemû rabin ser pêyan ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Emîne qala mafê hêviyê kir û got divê mafê hêviyê demildest bi cih were.

Bakîre Sincar jî got: “Bi saya Rêber Apo hêz kete nava dilê bi hezaran kesî, ji lew re jî em wek dayik soza me ew e ku em ê heta dawiyê jî xwedî li Rêber Apo derkevin û em ê bi hev re Rêberê xwe bi fîzîkî azad bikin.”

(ekîb)

ANHA