Rêxistinên Civaka Sivîl a Reqayê civîna salê li dar xist

Di civîna salê ya Rêxistinên Civaka Sivîl a Kantona Reqayê de ji bo şopandina kar û xebatên kargeh û şîrketên li Reqayê, avakirina komiteyekê hate pêşniyarkirin.

Rêxistinên Civaka Sivîl a Reqayê civîna salê li dar xist
Rêxistinên Civaka Sivîl a Reqayê civîna salê li dar xist
Rêxistinên Civaka Sivîl a Reqayê civîna salê li dar xist
Rêxistinên Civaka Sivîl a Reqayê civîna salê li dar xist
Rêxistinên Civaka Sivîl a Reqayê civîna salê li dar xist
Rêxistinên Civaka Sivîl a Reqayê civîna salê li dar xist
Rêxistinên Civaka Sivîl a Reqayê civîna salê li dar xist
8 ÇILE, 2024   15:45
REQA

Civîn li hola Yekitiya Parêzeran a kantona Reqayê bi dirûşma "Ji bo welêt û pêşxistina karê pîşesaziyê" li dar ket. Endamên rêxistinên civaka sivîl, xwediyên gelek kargeh û şîrketên li kantonê tev li civînê bûn. 

Di civînê de şêwirmendê Meclisa Rêveber a kantona Reqayê Ednan Hemed axivî û beha rewşa pîşesaziyê ya li Reqayê kir.

Hemed diyar kir ku pîşesazî, beşeke bingehîn a aboriyê ye û got: "Ji ber wê, dewleta Tirk a dagirker êriş kargehên aboriyê û pîşesaziyê kir. Lê belê gelê me yê berxwedêr û Rêveberiya Xweser li hember wan êrişan li ber xwe didin."

Dûre endamê rêxistinên civaka sivîl Zuhêr El Hesûn rapora salê ya Yekitiya Odeya Pîşesaziyê xwend.

Di civînê de têkildarî girîngiya peydakirina çîmento û sotemeniyê nîqaş hatin kirin.

Ji aliyê xwe ve hevserokê Odeya Pîşesaziyê ya Reqayê Ebdullah Reşo wiha axivî: "Çîmeto tê peydakirin, rojane erebeyek çîmento derbasî kantonê dibe. Me pêşniyar kir ku li şûna erebeyek bibin du erebe. Heta ku em madeyên pêşîn peyda bikin."

Reşo wiha domand: "Wek em dizanin, dewleta Tirk kargehên sotemeniyê bombebaran kirin. Ji ber wê, parên qada pîşesaziyê ji sotemeniyê di vê dawiyê de kêm bûn. Wê ev mijar û pêşniyarên din bi aliyên têkildar re bên nîqaşkirin û çareserî jê re bên dîtin."

Her wiha di civînê de hate destnîşankirin ku ji bo şopandin û jimartina kargeh û şîrketên li kantonê, pêwîst e komîteyek bê avakirin.

(şx)

ANHA