Dîroka pêşhilbijartina bernamzetên DEM Partiyê diyar bû

DEM Partî wê li 84 herêmên hilbijartinê namzetên xwe di 13-14'ê Çileyê de bi pêşhilbijartinên xwe diyar bike.

Dîroka pêşhilbijartina bernamzetên DEM Partiyê diyar bû
8 ÇILE, 2024   15:52
NAVENDA NÛÇEYAN 

Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê wê namzetên xwe bi pêşhilbijartinê diyar bike.

Namzetên ji bo 84 navendên hilbijartinê wê di 13-14'ê Çileyê de bi pêşhilbijartinê bêne diyarkirin.

Li gorî daxuyaniya DEM Partiyê, wê nêzî 100 hezar kes ji bo diyarkirina namzetan dengê xwe bidin.