Rewşa nivîskar Salihê Heydo ber bi başiyê ve diçe

Bijîşkan destnîşan kir ku rewşa nivîskar û dîroknas Salihê Heydo baş bûye. Heydo beroya çend rojan rakiribûn nexweşxaneyê.

Rewşa nivîskar Salihê Heydo ber bi başiyê ve diçe
21 gulan, 2024   16:10
HESEKÊ

Beriya çend rojan tenduristiya nivîskar Salihê Heydo xirab bûbû û rakiribûn nexweşxaneyê.

Bijîşkan diyar kir ku rewşa Heydo niha baş e û qonaxa xetereyê derbas kiriye.

Lêkolîner, nivîskar û dîroknas Salihê Heydo li gundê Hisê Oso yê Amûdê sala 1957`an ji dayik bûye. Dema 12 salî bû, yekemîn helbesta xwe nivîsiye.

Salihê Heydo bi hezaran wêne, stran, metelok, çîrok di 32 pirtûkan de kom kirine û gelek ji wan çap kirine.

Heydo hewl da ku çanda kurdî ji helandin û qirkirinê biparêze û hîna hewldana xwe didomîne. Navên çiya, bajar, gund û êlên li her çar parçeyên Kurdistanê kom kirine.

Salihê Heydo Ji 2016`an ve li Zanîngeha Rojava dersên wêjeya kurdî dide.

(şx)

ANHA