Li Reqa û Tebqayê hemleya paqijiyê

Li hemû tax, kolan, sûk û rêyên kantonên Reqa û Tebqayê hemleya berfireh a paqijiyê dest pê kiriye. Di hemleyê de hemû saziyên sivîl û leşkerî û şênî beşdar in.

Li Reqa û Tebqayê hemleya paqijiyê
Li Reqa û Tebqayê hemleya paqijiyê
Li Reqa û Tebqayê hemleya paqijiyê
Li Reqa û Tebqayê hemleya paqijiyê
Li Reqa û Tebqayê hemleya paqijiyê
Li Reqa û Tebqayê hemleya paqijiyê
Li Reqa û Tebqayê hemleya paqijiyê
Li Reqa û Tebqayê hemleya paqijiyê
Li Reqa û Tebqayê hemleya paqijiyê
Li Reqa û Tebqayê hemleya paqijiyê
Li Reqa û Tebqayê hemleya paqijiyê
21 gulan, 2024   17:18
REQA

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqayê û Şaredariya Gel a Tebqayê li hemû tax, sûk, kolanên sereke û yên nesereke yên herdu kantonan hemleya paqijiyê daye destpêkirin.

Serokê Daîreya Fenî ya Daîreya Paqijiyê ya Şaredariya Gel a Reqayê Îmad El Hemadê diyar kir ku li kantona Reqayê vê sibê hemle hat destpêkirin. El Hemadê anî ziman ku endamên meclisên herêmî, Meclisa Rêveber, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Hêzên Ewlekariya Hundirîn, komîn û şêniyên kantonê beşdar bûn. Hemle ji taxa Îdîxar a navenda bajêr dest pê kir. Dê hemle 25 rojan bidome.

El Hemadê got: "Ev hemle bi armanca paqijkirin û xweşikkirina kolan û taxên bajêr û xurtkirina nirxên paqijiya ekolojî li gel hemû beşên civakê, hat lidarxistin."

El Hemadê diyar kir ku bi sibehê û êvarê hemle dewam dike. Beşa sibehê bi alavên giran û sivik li taxan pêk tê û bi êvarê jî kolanên sereke û sûkan pêk tê û bi alîkariya komîte, saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û xelkê kantonê pêk tê.

El Hemadê bang li şêniyên kantonê kir ku tev li vê hemleyê bin.

Li kantona Tebqayê jî, Şaredariya Gel hemleya paqijiyê didomîne. Hemle dê 6 rojan bidome.

Di destpêka hemleyê de hemû cihên avêtina bêserûber ên çopan bi erebeyên şaredariyê hatin rakirin û piştre şênî tevî karkerên şaredariyê bi hev re bûn alîkar ku kolanan paqij bikin.

Çavdêrê hemleyê û endamê Şaredariya Gel a Tebqayê Basil Şeban got: "Roja şemiyê me li kantonê û gundewarê wê dest bi vê hemleyê kir. Ew ê heta 23'yê vê mehê bidome. Di qonaxa yekemîn de kolanên sereke û çerxerê hatin paqijkirin. Di qonaxa duyemîn de jî têketinên başûr û bakur ên kantonê dê bên paqijkirin."

Şeban diyar kir ku piştî bidawîbûna hemleyê ew ê xebatên xwe yên parastina paqijiya bajêr û gundewarê wê zêde bikin.

Şeban bang li şêniyên kantonê kir ku tev li hemleyê bin, kantonê ji paqijiyê biparêzin, bi karkerên şaredariyan re alîkar bin.

(mh)

ANHA