Beriya ku şewat belav bibe hate vemirandin

Şêniyên bajarokê Ebû Firi yê kantona Cizîrê bi hevkariya tîmên agirkujiyê agirê bi zeviyên gundê Um Kirîn ketibû, beriya belav bibe vemirand.

 Beriya ku şewat belav bibe hate vemirandin
21 gulan, 2024   16:02
QAMIŞLO

Agir bi zeviyên gundê Um Kirîn ê bajarokê Ebû Firi yê Tirbespiyê ket. Şênî û tîmên agirkujiyê yekser xwe gihand cihê şewatê û beriya ku şewat belav bibe, vemirand.

Li gorî çavkaniyan 7 donim çandiniya genim şewitiye.

(şx)

ANHA