Rêveberiya Xweser ya Minbicê: Gel û rêvberî li kêleka hêzên xwe yên leşkerî ne 

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê destnîşan kir ku gelê Minbicê û Rêveberiya Xweser  ji bo parastina ewlekarî û aramiya herêmê li kêleka hêzên leşkerî cih digirin.

Rêveberiya Xweser ya Minbicê: Gel û rêvberî li kêleka hêzên xwe yên leşkerî ne 
8 kanûn, 2024   14:36
MINBIC

Li eniyên şer ên kantona Minbicê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên dewam dikin. Gel, hêzên leşkerî û Rêveberiya Xweser a kantonê li hember êrişan li ber xwe didin. Rêveberiya Xweser a kantonê diyar kir ku ew û gelê herêmê li kêleka hêzên parstinê ne li dijî êrişên dagirkeriyê û çeteyên wê.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Minbicê Ezab El Ebûd der barê mijarê de ji ajansa me re axivî û got: “Ji ber geşedanên lezgîn, gelek aliyan xwestin bejewendiyên xwe pêk bînin, li aliyekî rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst dixwaze veger, li aliyekî din çeteyên dewleta Tirk a dagirker her tim hewl didin destkeftiyên Rêveberiya Xweser têk bibin.

Ezab wiha axaftina xwe dewam kir, "Hêzên me yên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk li eniyên şer in, kantona Minbicê diparêzin û berxwedaneke lehengî nîşan didin. "

Hevseroka Meclisa Rêveber Kantona Minbicê teqez kir ku gelê Minbicê û Rêveberiya Xweser a Minbicê ji bo parastina ewlekarî û aramiya herêmê li kêleka hêzên leşkerî cih digirin.

(k)