Niştecihên Serêkaniyê bi ser girtîgeha çeteyan de girt

Niştecihên bajarê Serêkaniyê ya dagirkirî, bi armanca azadkirina girtiyan bi ser girtîgeha çeteyên "Polîsên leşkerî" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de girtin.

Niştecihên Serêkaniyê bi ser girtîgeha çeteyan de girt
8 kanûn, 2024   14:38
HESEKÊ

Piştî ketina rejîma Baas a Sûriyeyê, li herêmên cuda yên Sûriyeyê deriyên girtîgehan hatin vekirin.

Li gorî çavkaniyên xwecih, li bajarê Serêkaniyê yê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve dagirkirî ye, niştecihên bajar bi ser girtîgeha "Polîsên leşkerî" de girtin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku, niştecihên bajar saet derdora 11.00ˈan bi armanca azadkirina girtî û revandiyan bi ser girtîgehê de girtin.

Çavkaniyan diyar kir ku şêniyan ji çeteyên "Polîsên leşkerî" xwest ku girtî werin berdan.

(bb)

ANHA