MSD`ê hilweşandina rejîma Baasê li gelê Sûriyeyê pîroz kir

Meclisa Sûriyeya Demokratîk bi boneya hilweşîna rêjîma Baas ê pîrozbahî li gel kir û soza berdewamkirina xebatê ji bo damezrandina binyada dewleteke demokratîk, wekhevî û dadmendiyê, da.

MSD`ê hilweşandina rejîma Baasê li gelê Sûriyeyê pîroz kir
8 kanûn, 2024   14:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi boneya hilweşandina rêjîma Baas`ê li Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî belav. Daxuyaniya MSD`ê wiha ye:

"Gelê me yê Sûriyeyê yê hêja, em îro bi kêfxweşî û serbilindî kêliyeke dîrokî ya hilweşîn û çûna sembola zilmê Beşar Esed dikin pêşwazî, ev destkefta mezin di encama biryardariya  weya demdirêj ji bo azadî, rûmet û wekheviyê de pêk hat.

Hûn bi lehengî li hember pergala zulmê rawestiyan û bedelên mezin dan, xwîna şehîd û birîndaran, ahînên girtî û windayiyan û têkoşîna koberên li welatan, van hemûyan rêya ber bi azadiyê ve nexişandin. Bi saya vîn û baweriya we ya jiyaneke bi rûmet, em îro li hember tirs û neheqiyê bi ser ket in.

Meclisa Sûriyeya Demokratîk pîrozbahiyê li gelê me yê hêja dike û soz dide xebatên ji bo avakirina binyadên dewleteke demoqrat a piralî ku wekhevî û dadperweriyê pêk bîne, rêzê li cihêrengiyê bigire, mafên mirovan biparêze û li ser bingeha nixên hemwelatîbûna wekhev, dewam bike. Em di wê baweriyê de ne ku ev kêliya dîrokî destpêka pêvajoyeke nû ye. Ji bo avakirin û jinûveavakirinê, pêşxistina destûreke nûjen ku îradeya gel îfade dike, çesipandina dadmendiyê ji bo qurbaniyan û dermankirina birînan, erkekî mezin li pêşiya ye.

Em ê bi hemû hêzên siyasî, çandî û civakî yên niştimanî yên Sûriyê re bi rihê diyalog û berpirsyariyê kar bikin, ji bo avakirina Sûriyeyeke nû ku hemû gel hemêz dike, bi hemû cihêrengiyên wê yên neteweyî, olî û mezhebî, bê dûrxistin û biçûkxistina tu aliyekî. Dîrok îro destpêka serdemek nû tomar dike, serdemek ku bi îradeya gelê Sûriyê yê azad tê birêvebirin, ew gelê ku bi biryar e êşên berê veguhezîne hêzeke avakirina pêşerojeke ewle, geş û dadperwer.

Bijî Sûriyeke azad, yekgirtî û demokratîk. "

(k)

ANHA