Parêzerên bajarê Dirbêsiyê: Doza Rêber Apo siyasî ye, ne qanûnî ye

Parêzerên bajarê Dirbêsiyê diyar kir ku doza Rêber Abdullah Ocalan dozeke siyasî ye, ne qanûnî ye û ji tevahiya parêzeran xwestin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê geş bikin.

Parêzerên bajarê Dirbêsiyê: Doza Rêber Apo siyasî ye, ne qanûnî ye
6 îlon, 2025   03:35
HESEKÊ
CAN ELEWÎ

Parêzerên ji bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê diyar kir ku doza Rêber Abdullah Ocalan siyasî ye ne qanûnî ye û got, pêdivî bi hêzên neçarî yên sepandina biryarên Dadgeha Navneteweyî ya Edaletê heye.

Endamê Yekitiya Parêzeran a Kantona Cizîrê Hesen Misto bi bîr xist ku dadgehên dewleta Tirk cezayê infazê veguherandin cezayê heta hetayê û got: "Ji bo cezayên heta hetayê demek diyarkirî heye, berî ku mehkûm bikaribe serlêdana berdanê bike. Di hin qanûnan de ev jî wekî rawestandina cezayê tê binavkirin. Lê tevî ku zêdetirî 25 sal di ser ragirtina Rêber Abdullah Ocalan re derbas bûne jî, lê dewleta dagirker a Tirk vê qanûnê bi kar neanî. Diviyabû daxwaza wî ya rawestandina cezayê piştî temamkirina 20 salan bihata qebûlkirin."

Misto da zanîn ku biryarên ji hêla Dadgeha Navneteweyî ya Edaletê ve ve hatine dayîn nayên bicîhanîn û got, divê hêzek hebe da ku pêkanîna biryaran mecbûrî bike.

Parêzer Misto di dewama axaftina xwe de anî ziman ku muameleya dewleta Tirk a dagirkr a li hemberî Rêber Abdullah Ocalan mutleqen ne qanûnî û ev li gotinên xwe zêde kir "Cezayê li dijî Rêbertî ne qanûnî bû, lê di çarçoveyek siyasî de hat birîn, ji ber ku daxwaza mafên gelan ne sûc e."

Hesen Misto anî ziman ku mafê hêviyê ji bo ku vekirî bimîne divê qanûnên exlaqî yên mirovî hebin û got: "Hêviyê ji demokasî û rêgezên edaleta civakê derdikevin, lê dadgehên Tirk ne serbest in û ne jî serbixwe ne. Dadgehên Tirk ji aliyê desthilata rêveber û serokê dewletê ve tên birêvebirin."

Hesen Misto diyar kir ku di serî de parêzer di çarçoveya xebatên xwe yên parastina heqiyê de, berpirsyariyên exlaqî dikeve ser milê her kesî. Misto axaftina xwe wiha domand "Wekî Yekitiya Parêzeran me kargehek ava kir ku ji 5 salan ve li ser vê mijarê dixebite. Lê di warê qanûnên navneteweyî de zehmetî li pêşiya Rêveberiya Xweser hene ji ber ku ne endameke yekitiya navneteweyî ye. Derfetên mezin li pêşiya parêzerên li welatên Ewropa û tevahiya cîhanê hene, divê ew jî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kar bikin."

Parêzer Heysem Bekir diyar kir ku parêzerên Rêber Abdullah Ocalan der barê mafê hêviyê de bersiv ji DMME’yê wergirtin û got: "Dema biryara DMME’yê derket û piştî ku zêdekirî 25 sal di ser ragirtina Rêber Abdullah Ocalan re derbas bûn, mafê hêviyê nehat bicihanîn. Dadgehên Tirk biryarên DMME’yê bi cih nayîne û di qanûnên xwe de jî mafê hêviyê nas nakin. Lê li gorî madeya 81’an a qanûnên cezayan a Tirkiyeyê; cezayê heta hetayê 25 sal e, lê ev made jî der barê Rêber Abdullah Ocalan de nayê bicihanîn."

 

Heysem Bekir bi bîr xist ku dadgehên dewleta Tirk biryarên Ewropayê, bi taybetî jî madeya 3’an a qanûnên mafên mirovan ên Ewropayê ku îmze kiriye, bi cih nayîne, lew ra wekî endameke Yekitiya Ewropayê nayê pejirandin. Bekir anî ziman ku dewleta Tirk qaşo behsa demokasiyê dike, lê desthilateke dîktator e.

Parêzer Heysem Bekir di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser kampanyaya "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin" û da zanîn ku domandina mîna van kampanyayan bi awayekî qanûnî têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan geş dike.

(bb)

ANHA