Rejîma Îranê Samîra Sabizan darve kir

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku jina bi navê Samîra Sabziad ku ev 10 sale li girtîgehê dihat girtin Îro ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye darvekirin.

Rejîma Îranê Samîra Sabizan darve kir
27 kanûn, 2023   16:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Dîrektorê Rêxistina Mafê Mirovan ê Îranê Mahmood- Amiry Moghaddam derbarê darvekirina Samîra Sabizan de li ser hesabê xwe ê medyaya dijîtal daxuyaniyek parvekir û got: Samîra Sabzian ku di 20’ê Kanûnê de li girtîgeha Ghezel Hesar a li bajarê Karaj ê Tahranê hatiye darvekirin. 

Daxuyanî wiha ye:

“Samîra bi salan bû qûrbana cihêkariya zayendî, zewicandina zarokan, destdirêjî û tundîtûjiya di nava malê de û îro jî bû qurbana hiqûqa infazê a ku rejîma Îranê ferz dike.” Mahmood- Amiry Moghaddam hiqûqa înfazê rexnekir û bang kir ku Serokê asta bilind a Îranê Alî Hamaney û rayederên din berpirsin.

Samîra Sabziad, ji aliyê mêrê ku di 15 salî de bi zorê pêre hatî zewicandin bi salan rastî tundiya sistematik hat û rastî destdirêjiya zewacê hat.

Samîra Sabziad dema ku di 19 salî de tundî didît û bi armanca parastina xwe hevjînê xwe kuşt. Welayeta dû zarokên Samîra Sabziad ku ev 10 sale di girtîgehê de bû dane malbata hevjînê wê.