Çalakiya greva birçîbûnê li kantona Firatê dest pê kir

Greva birçîbûnê ya li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê firehtir bû. Şêniyên kantona Firatê bi dirûşma ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ dest bi greva birçîbûnê kir.

27 kanûn, 2023   16:07
KOBANÊ

Girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk de ji beriya mehekê ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina tecrîdê, di çarçoveya pêngava navneteweyî ya bi dirûşma ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ de dest bi greva birçîbûnê kir.

Şêniyên herêmê jî ji bo piştgiriya girtiyan û daxwazên wan dest bi grevên birçîbûnê kir.

Bi sedan şêniyên kantona Firatê tev li greva birçîbûnê bûn ku Meclisa Malbatên Şehîdan li Qada Şehîd Egîd dest pê kiriye.

Li rex şêniyên kantonê, endamên saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk li kantona Firatê, partî, tevgerên jinan û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan hazir bûn.

Di çalakiyê de hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya kantona Firatê Enwer Muslim axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. Muslim got dewleta Tirk bi êrişan tunekirina kurdan û projeya demokratîk armanc dike.

Her wiha endama Rêveberiya Kongra Star Xunav Xelîl axivî û got li hember êrişan, têkoşîn, berxwedan pêwîst e û dê gelê herêmê bi vîna xwe tevahî komployan têk bibe û dê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bîne.

Cîgira Hevserokatiya Kantona Firatê Mizgîn Xelîl destnîşan kir ku dewleta Tirk li ber çavên cîhanê sûcên şer li dijî herêmê dike û li hember wan êrişan banga mezinkirina têkoşînê û şopandina rêya şehîdan kir.

Hevserokê Meclisa Kantona Firatê Mistefa Îto jî êriş şermezar kir û got armanca êrişan têkbirina giyanê têkoşînê yê gelê herêmê û çalakgerên greva birçîbûnê ye.

Çaverê ye ku çalakî heta sibê dewam bike.

(şx)

ANHA