Di sersaxiya 6 şehîdan de teqezî bi berxwedana li hember êrişan hate kirin

Di sersaxiya 6 şehîdên êrişên dewleta Tirk a dagirker de şêniyan got "Em dikarin bê av û bê kehrebe bijîn lê nikarin bê azadî û bê rûmet bijîn.”

27 kanûn, 2023   15:55
QAMIŞLO

Ji bo welatiyên bi navên Bêrîvan Mihemed, Riyad Hemo, Hisên Ehmed, Rênas Hisên, Ferhan Temê û Ferhan Xelef ên ku di 25`ê Kanûnê de li Qamişloyê di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker şehîd bûbûn, merasîmê sersaxiyê li Stada Şehîdên 12`ê Adarê ya Qamişloyê hat lidarxistin.

Nûnerên TEV-DEM`ê, partî, Kongra Star, Kongreya Îslama Demokratîk, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê û şêniyên Qamişlo û Tirbespiyê tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Muhyedîn Hesen axivî û sersaxî da malbatên şehîdan û helwesta gelên herêmê li hember êrişan silav kir.

Her wiha Hesen got xwedîderketina gel li şehîdên xwe, helwesteke şoreşgerî ya destdanî ye û delîla girêdana gel bi destkeftiyên şehîdan e. Hesen soz da ku li hember êrişan dê berxwedanê mezin bikin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Talet Yunis axivî û got: "Hedefgirtina binesaziya herêmê ji aliyê dewleta Tirk ve, vîna me naşikîne. Lê belê em dê rêya ber bi serkeftinê temam bikin."

Yusin bêdengiya navneteweyî li hember êrişan şermezar kir û got ev bêdengî rê li pêşiya dewleta Tirk vedike ku êrişî herêmê bike û komkujiyan li dijî gelê wê pêk bîne.

Yunis destnîşan kir ku gelê xwe herêmê tenê pişta xwe dide hêzên xwe yên leşkerî ji bo ku destkeftiyên şehîdan biparêzin û projeya demokratîk bi pêş bixin.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Nezîr Sofî jî got: "Em bê deng namînin. Hêzên me wê dê bersivê bidin."

Ji rûspiyên qebîleya El Tay û endamê Meclisa Rûspiyan Hesen El Ferhan jî axivî û got: "Dewleta Tirk hewl dide projeya demokratîk, yekitî û biratiya di nava gelên herêmê de têk bibe."

El Ferhan destnîşan kir ku gelê herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan li hember êrişên dermirovî yek in.

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehadeta şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

(şx)

ANHA