Rejîma Îranê êrişî Başûrê Kurdistanê kir

Duh bi şev li sînorê Hewlêrê bi droneyan êriş hate kirin, di encama de ji heman malbatê jin û zilamek jiyana xwe ji dest dan û 3 zarok jî birîndar bûn.

Rejîma Îranê êrişî Başûrê Kurdistanê kir
Rejîma Îranê êrişî Başûrê Kurdistanê kir
7 nîsan, 2026   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyan, duh şev bi du droneyan êrişî bajarê Hewlêrê hate kirin, lê ji aliyê sîstema parastina hewayî ve hatin xistin. Her wiha li bajarê Çarqurbe jî du drone ketin xarê. Tê gorin drone li baregeha leşkerî ya lîwaya şeş ya firqeya Çarqurben ketiye xwarê.

Gorî hinek çavkaniyan di buyerê de ti ziyanên canî çênebûne.

Duh şev droneyek li gundê Cergezewî ya li devera Ziraret ya ser bi parêzgeha Hewlêrê, li malekê ket. Hate zanîn ku di encamê de jinek û zilamek jiyana xwe ji dest dan û 3 zarok jî birîndar bûn.

Ji 28ê Sibatê heta niha di encama êrişên rejîma Îrane de 16 welatiyan jiyana xwe ji dest dane û 96 kes jî birîndar bûne.