Rejîma Îranê 6 Kurd binçav kirin

Hêzên ewlekariyê yên Îranê li bajarê Merîwanê bêyî biryara dadgehê 6 welatiyên Kurd binçav kirin û heta niha aqûbeta wan nediyar e.

Rejîma Îranê 6 Kurd binçav kirin
7 tebax, 2026   17:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan ya Kolber News’ê, hêzên ewlekariyê yên Îranê li gundê Ney yê girêdayî bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê bi ser malên welatiyên Kurd de girt û şeş welatî binçav kirin ku heta niha aqûbeta wan nediyare.

Kolber News’ê aşkera kir ku ev girtina girseyî û takekesî di 6’ê Tebaxê de pêk hat, hêzên ewlehiyê yên Îranê bi çend wesayîtên leşkerî êrişî gund kirin, bêyî hincetek yasayî an dadgehê nîşan bidin, bi ser malan de girtin û welatî binçav kirin.

Her wisa navê kesên hatine binçavkirin eşkere kir ku wiha ne; Zanyar Ebdullah, Arya Eta, Piştîwan Mihemed, Saman Umer, Hawrê Ebdullah û Şaro Şewket.

 Li gorî raporê, aqûbeta şeş welatiyên ku hatine binçavkirin hîn ne diyare, tu agahî li ser sedema binçavkirina wan nehat zanîn, lewra heta niha sedema ku pê tên tawanbarkirin û cihê lê tên ragirtin bi tu awayî nayê zanîn. Her wisa diyar kir ku saziyên ewlehiyê yên Îranê jî têkildarî mijarê tu daxuyanî nedane.