Pêşnûme qanûna çarçoveyê li Komîsyona Edaletê tê nîqaşkirin

Qanûna Çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ya di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hate amadekirin, di Komîsyona Edaletê ya Meclisê de tê nîqaşkirin.

Pêşnûme qanûna çarçoveyê li Komîsyona Edaletê tê nîqaşkirin
7 tebax, 2026   17:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Qanûna Çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ya tekildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di 5‘ê Tebaxê de bi 360 îmzayên parlamenteran ji Serokiya Meclisê re hatibû şandin, di Komîsyona Edaletê de tê nîqaşkirin. Endamên komîsyonê yên partiyên siyasî tev li civînê bûn. Di civînê de pêşniyarqanûn ji partiyên siyasî re hat vegotin. Nîqaş dê bi rexneyên partiyên siyasî yên li ser qanûnê bidome.

Civîn bi axaftina Serokê Komîsyona Edaletê ya Meclisê dest pê kir. Di civînê de dê endamên Komîsyonê yên partiyên siyasî jî nîqaş û nirxandin li ser qanûnê bikin.