Rejîma Îranê 4 girtiyên din bi darve kirin

Rejîma Îranê li girtîgeha Qizilxîsarê 4 girtiyen din bi darve kir

Rejîma Îranê 4 girtiyên din bi darve kirin
15 tebax, 2024   13:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsa ji medyaya Rojhilatê Kurdistanê girtiye îro rejîma Îranê li girtîgeha Qizilxisar 4 girtiyan bi darve kir.  ku yek ji wan Kurdek bi navê Nasir Şefiiye, yên din jî bi navê Seîd Niyazî, Behrûz Wefaî û yek jî ku navê wê nehat zanîn Efganiye.

Her wiha hate destnîşankirin ku girtiyê kurd ê bi navê Nasir Şefiiye (37) xelkê gundê Bebî Kend yê bajarê Tîkabê ye û niştecihê Tehranê bûye jî bi hatiye bi darvekirin.

BI SENARYOYÊN ÇÊKIRÎ TÊN DARIZANDIN

Di destpêka salê ve bi dehan kes li girtîgehên rejîma Îranê hatine bidarvekirin û bi sedan girtiyên din jî bi cezayên darvekirinê hatine mehkûmkirin ku piraniya wan bi tometên siyasî û senaryoyên çêkirî têne sucdarkirin.