Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re pök bînin serlêdan kir.
![Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202408/image_870x_66bdd83f73c95.jpg)
Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Mazlum Dînç ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.
HEVDÎTIN TÊN ASTENGKIRIN
Piraniya serlêdanên ji bo hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nayên bersivandin. Hevdîtin, her 6 mehan carekê ji hêla Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ve bi hinceta “cezayê disiplînê” tên astengkirin.
BIRYARA QEDEXEYA DOMDAR
Qedexeya hevdîtina bi parêzeran re di tevahiya Rewşa Awarte (OHAL) a di tîrmeha 2016’an de berdewam kir û ev yek heta sibata 2018’an domiya. Daxwaza hevdîtinê ya parêzeran piştî vê dîrokê her 6 mehan carekê hate dubarekirin û heta îro didome. Biryara qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan a herî dawî jî di 3’yê gulana 2024’an de ji hêla Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ve hate dayin.
Bi biryara dawî re di nava 8 salan de herî kêm 13 caran ji bo 6 mehan cezayê hevdîtina bi parêzeran re hate dayin.