Îran: Gengaz e rageşiyeke din bi Îsraîlê re dest pê bike

Şêwirmendê rêberê olî yê Îranê Rehîm Sefewî hişyarî li ser gengaziya şerekî din bi Îsraîlê re da û got Îran ji hemû senaryoyan re amade ye.

Îran: Gengaz e rageşiyeke din bi Îsraîlê re dest pê bike
18 tebax, 2025   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêwirmendê rêberê olî yê Îranê lîwa Rehîm Sefewî hişyarî li ser gengaziya careke din şer bi Îsraîlê re derkeve da û diyar kir: "Rewşa heyî agirbestê nîşan nade, berevajî temsîla rewşeke vekirî ya rageşiyê di her kêliyekê de dike."

Sefewî duh di daxuyaniyeke çapemeniyê de got "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îsraîl bawer dikin ku aştî bi rêya hêzê ye. Divê Îranê jî li hember vê rewşê bi hêz be. Ez texmîn dikim ku şerekî din çêbe û dibe ku piştre tu şerên din çênebin."

Sefewî destnîşan kir ku leşker sînaryoyên herî dijwar datînin pêş xwe û amadekariyan ji wan re dikin û diyar kir ku welat ne di pêvajoya agirbestê de ye "Em sînaryoyên zemhettir datînin pêş xwe û jê re amadekariyan dikin. Dibe ku di her kêliyekê de rageşiyek nû dest pê bike. Em niha ne di rewşa agirbestê de ne, em di pêvajoya şer de ne."

Di berdewama axaftina xwe de Sefewî got tu rêkeftinên nivîskî bi Îsraîl û DYAˊyê re der barê agirbestê de tune ne, "Ne protokol ne jî rêkeftin di navbera me û Îsraîlê de, di navbera me û Amerîkayê de hene."

Sefewî got "Divê em pergal û stratejiyên xwe yên êrişkariyê, dîplomasî, çapemenî, sîberanî, moşek û balafirên bêmirov xurt bikin."

Di dawiyê de şêwirmendê Rêberê Olî yê Îranê Rehîm Sefewî anî ziman ku "Em bawer in ku kî aştiyê bixwaze divê ji şer re amade be û rêbaza herî baş a parastinê êriş e."

(fr)