Rayedarekî îranî Îsraîl bi êrişa li dijî boriyên gazê tawanbar kir

Rayedarekî îranî, Îsraîl tawan bar kir ku boriyên gazê yên li Îranê beriya hefteyekê kiriye hedef.

Rayedarekî îranî Îsraîl bi êrişa li dijî boriyên gazê tawanbar kir
21 sibat, 2024   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê wezîrê petrolê yê ÎRanê Cewad Ewcî di daxuyaniyekê got: "Dijmin plan dikir êriş saktora gaza malî bike, em amade ne û me ev kiryara xirab ji aliyê dijmin ve beriya ku tiştek li bajar, gundan pêk were têk bir û boriyên gazên bilez sererast kir."

Ewcî wiha domand: "Ev komploya ku me têk biriye, tenê zirar gihandin çend boriyan. Bi destê Îsraîlê ye û me ev komplo têk bir."

14`ê Sibatê li dijî tora boriyên gazê yên sereke di navbera başûr û bakurê Îranê de êrişek pêk hatibû.

(şx)