Di êrîşa dewleta Tirk de du pêşmergeyan jiyan xwe ji dast dan

Li nehiya Dînartê ya li bajarê Akrê yê Duhokê, di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de 2 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan.

Di êrîşa dewleta Tirk de du pêşmergeyan jiyan xwe ji dast dan
21 sibat, 2024   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker 20'ê Sibatê saet di 18:45'an de gundê Kafiya yê nehiya Dînartê ya navçeya Akrê ya Duhokê bombe kir.

Hate ragihandin ku di encama êrişê de 2 pêşmergan jiyana xwe ji dest dane, du kesên jî windane.

Hate ragihandin ku pêşmergeyên jiyana xwe ji dest dane Arîf Taha (61) û Beşîr Omer Alî (68) in.

PDK mîna her carê daxuyaniyek neda. Hikumeta Herêma Kurdistanê ya di bin serweriya PDK'ê de ye, ti daxuyanî neda.

Li gorî agahiyan pêşmerge dema ku li quntara Çiyayê Siyarê li nava bax û baxçeyên xwe dixebitîn hatin bombekirin.

Dewleta Tirk a dagirker ji sala 2015'an û vir ve êrişeke giran dibe ser xaka Başûrê Kurdistanê û ji hingî ve herî kêm 152 sivîl qetil kir, 228 sivîl jî birîndar kir.