Li Lubnanê semînerek li ser Şengalê hate dayîn

Weqfa Jinan a Jîn semînerek li ser komkujiya Şengalê li navenda Komeleya Xêrxwaziyê ya Jinan a Filistînê li kampa Birc Beracne ya Lubnanê da.

Li Lubnanê semînerek li ser Şengalê hate dayîn
Li Lubnanê semînerek li ser Şengalê hate dayîn
23 tebax 2024   19:24
BEYRÛT

Seroka Weqfa Jinan a Jîn û koordînatora giştî ya Hevalbendiya Nede, Buşra Elî li ser komkujiya Şengalê ya ku çeteyên DAIŞ'ê di 3'yê Tebaxa 2014'an de li dijî Êzîdiyan pêk aniye, axivî.

Buşra Elî girêdana di navbera komkujiya Şengalê û bûyerên Xeza, Efganistan û Kurdistanê de di aliyê qirkirina jinan de, şîrove kir. Her wiha teqezî bi girîngiya piştgirî û hevgirtina jinan li hemberî siyasetên li dijî jinan, kir.

Balyoza Aştiyê û endama Desteya Rêveber a Komeleya Xêrxwaziyê ya Jinan a Filistînê Fatin Azad Ehmed piştgiriya xwe ji berxwedana jinên Êzîdî û jinên Şengalê re nîşan da. Her wiha banga cezakirina kirdeyên sûcên şer ên dermirovî û qirkirinên komî yên li dijî jinan, kir.

(mh)