QSDˊê hewldana reva ji kampa Holê têk bir

QSDˊê ragihand ku 2 endamên çeteyên DAIŞˊê hewl da ji kampê birevin, lê ew hewldan têk bir û kesê destê xwe di revandinê de heye girt.

QSDˊê hewldana reva ji kampa Holê têk bir
26 adar 2024   16:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di daxuyaniya xwe de diyar kir ku tîmên operasyonên leşkerî yên girêdayî hêzên wan hewldana reva 2 endamên ˊEşbal El Xîlafeˊ ku xwe di kampê de veşartibûn, têk bir û kesê destê wî di revandina endamên terorîst de hebû, girt.

Her wiha hate gotin piştî şopandina QSDˊê hêzan bi ser cihê veşartina 2 endamên ˊEşbal El Xîlafeˊ yek Endonezyayî û yê din Turkistanî de tevî qaçaxçiyê wan ê sûriyeyî ku ji gundê Kesara yê Dêrazorê ye de girtin û ji saziyên taybet re veguhastin.

(fr)