‘Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin’

Şêniyên kantona Firatê diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze bi tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan wî ji gel dûr bixe lê ne mimkun e ku ew dûrî felsefeya Rêber Ocalan bikevin.

‘Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin’
26 adar 2024   16:32
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Ev bû 3 sal tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayên wergirtin û tecrîd li ser tecrîdê lê tê ferzkirin. Têkildarî mijarê şêniyên ji kantona Firatê ji ajansa me re axivîn.

Ciwana bi navê Rodîn Bozan tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Ev bû 3 sal tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Dewleta Tirk a dagirker ne dihêle malbat ne jî parêzar Rêber Apo bibînin, her tim dixwazin Rêber Apo û gel ji hev qut bikin. Lê Rêber Apo û gel ji hev qut nabin, ji ber ku gel li ser raman û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin kiriye. Her wiha Rêber Apo ne tenê rêberê gelê Kurd e, rêberê tevahî gelên blindest e."

Rodîn Bozan bang li ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê kir ku bê deng nemînin û wiha domand: “Bi saya têkoşîna Rêber Apo em gihîştin vê astê, vê asta ku em dikarin bi azadî xwe îfade bikin û li dijî her tundiyê serî hildin. Ji ber vê yekê divê her ciwanek êdî rabe ser pêyan û xwedî li fikir û felsefeya Rêber Apo derkeve. Mifteya çareseriya pirsgirêkan di destê Rêber Apo de ye.”

Rodîn di dawiyê de got Rêber Abdullah Ocalan dibêje “Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî jî bi ser bikevin” û divê ciwan jî azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan mîsoger bikin.

Şêniyê bi navê Hesen Beyro jî diyar kir ku tecrîda ne tenê li ser Rêber Ocalan e û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi rêya tecrîda li ser Rêber Apo neteweya Kurd jî tune bike, dixwaze Rêber Apo û gel ji hev qut bike. Lê em bi saya fikra Rêber Apo gihaştin vê astê. Ne mimkun e em ji Rêberê xwe qut bibin. Rêber Apo ji bo me giyan e.”

Simaîl Bozan jî wiha axivî: “Ev bû 25 sal Rêber Apo dîl hatiye girtin. Gel û Rêber Apo bi hev ve girêdayî ne. Azadiya Rêber Apo azadiya me ye, heta ku Rêber Apo bi fîzîkî azad nebe, em jî ne azad in. Ew rastiya ku Rêber Apo derxistiye pêş tu kes nikare îmha bike. Dewleta Tirk çi dike bila bike nikare me dûrî vê rastiya ku Rêber Apo desxistiye pêş, dûr bixe. Em ê jî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.”

ANHA