QSD: Li gundewarê Eyn Îsayê 71 kes hatin girtin

QSD`ê bi hevkariya Hêzên Ewlekariya HUndirîn li gundewarê Eyn Îsayê 71 kes girtin ku di nav de endamên şaneyên DAIŞ`ê hene. Hêzên leşkerî, çek û cebilxaneya bi wan re jî desteser kirin.

QSD: Li gundewarê Eyn Îsayê 71 kes hatin girtin
5 cotmeh, 2025   17:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) encamên operasyona ewlehiya ya hevbeş bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re li gundewarê Eyn Îsayê aşkera kirin. 

Daxuyaniya QSD`ê bi vî rengî ye: “Di operasyona ewlehiyê ya ku hêzên Komandos bi hevkariya Hêzên Operasyonan û Hêzên Antî Terorê (HAT) yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn de li bajarokê Hîşe û dora wê û rojhilatê bajarokê Eyn Îsayê dest pê kiriye, 71 kes hatin girtin.

Di nav wan de kesên girêdayî DAIŞ`ê, kesên ku destê wan di torên sûcên birêxistinkirinê, dizî, şêlandin û bazirganiya narkotîkê de hene, kesên tev li êrişên li dijî ewlehiya herêmê û sivîlan bûne, hene.

Di operasyonê de miqdareke zêde ya çek û cebilxaneyê yên ku kesên girtî, di êrişên terorîst de bi kar dianîn, hatin desteserkirin.

Bi vê operasyonê, me rê li pêşiya van şaneyan girt ku hewl didan ewlehiya navxweyî têk bibin. Em piştrast dikin ku serdegirtinên stargehên rêxistinên terorîst li gorî rêgezên operasyonên ewlehiyê û di çarçoveya parastina sivîlan de, hatin lidarxistin.

Em careke din destnîşan dikin ku xebatên me li dijî bermahiyên DAIŞ`ê û ji bo tunekirina torên sûcên birêxistinkirî berdewam in.”

(şx)