Li Helebê semînerek li ser komploya navneteweyî hat dayîn

Bi nêzîkbûna salvegera 27'emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan re, Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê dest bi dayîna rêze semîneran kir. Di semîneran de komploya navneteweyî tê pênasekirin.

Li Helebê semînerek li ser komploya navneteweyî hat dayîn
Li Helebê semînerek li ser komploya navneteweyî hat dayîn
Li Helebê semînerek li ser komploya navneteweyî hat dayîn
Li Helebê semînerek li ser komploya navneteweyî hat dayîn
Li Helebê semînerek li ser komploya navneteweyî hat dayîn
Li Helebê semînerek li ser komploya navneteweyî hat dayîn
Li Helebê semînerek li ser komploya navneteweyî hat dayîn
Li Helebê semînerek li ser komploya navneteweyî hat dayîn
Li Helebê semînerek li ser komploya navneteweyî hat dayîn
5 cotmeh, 2025   18:17
HELEB

Bi nêzîkbûna salvegera 27'emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan re, Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê dest bi dayîna rêze semîneran ji bo 3 rojan, kir.

Çaverê ye 3 semîner di 5, 6 û 7'ê vê mehê de li taxa Eşrefiyê, rojavayê taxa Şêxmeqsûd û rojhilatê taxa Şêxmeqsûd werin lidarxistin.

Di semînera yekemîn de ya ku li parka Efrîn a taxa Eşrefiyê hatiye dayîn, rêveberê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîn Elîko û berdevka Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê ya li Helebê Amna Xidiro axivîn.

Elîko li ser qonaxên dîrokî yên komployê, sedem û encamên wê û veguhastina girtîgeha Îmraliyê ji bo çavkaniya ramanên azad, axivî.

Elîko got ku fikrê neteweya demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî çareseriya hemû pirsgirêkan hatiye pêkanîn.

Amna Xidiro destnîşan kir ku berhemên fikrên Rêber Abdullah Ocalan di projeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tên dîtin. Her wiha wê rola hemle û pêngavên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û pênasekirina pirsgirêka Kurd û pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" silav kir.

Amna Xidiro di dawiya axaftina xwe de teqezî bi rola ciwanan hemleyan de, da.

(mh)

ANHA