QSD: Em Newroza îsal bikin destpêka serdema nû li Sûriyeyê

QSD’ê Newroz pîroz kir û bang li gelê Kurd û tevahî pêkhateyên li Sûriyeyê kir ku "Em Newroza îsal bikin destpêka serdema nû li Sûriyeyê."

QSD: Em Newroza îsal bikin destpêka serdema nû li Sûriyeyê
20 adar, 2025   16:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi boneya Cejna Newrozê daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ya fermî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Em Cejna Newrozê li gelê xwe yê Kurd û tevahî gelê xwe yê li Sûriyeyê û cîhanê pîroz dikin û pîzobahiyan ji tevahî şervanên ku parastina welat, ewlehî û îstîqrara wê dikin re dişînin. Em hêvîdar in ku Newroza îsal jî wek sersala Kurdî û destpêka biharê li Sûriyeyê bibe destpêka serdemeke nû.

Newroz xwedî wateyên berxwedan û aştî ye. Agirê Newrozê bi xwe temsîla serkeftina li dijî zulmê dike û nîşaneya aştî û ewlehiyê ye û piştre Newrozê bûye ya tevahî gelên herêmê. Di vê rojê de gel kêfxweşiyên xwe yên bidestxistina azadiyê tînin ziman.

Em bi hêvî ne ku wateyên Newrozê di Sûriyeyê de bên bicihanîn û Sûriyeyê ber bi siberojeke ronîdar û ewle ve bibin ku tevahî şêniyên wê hembêz bike, tevahî rewşên cudabûn û şer rawestin, hezkirin û biratiya xwe dispêre edalet û wekheviyê û hevqebûlkirinê misoger bibe. Her wiha di avakirina Sûriyeyê de tevahî welatî bedşar bûn, koçber û penaber vegerin cih û warên xwe û dîrokeke nû ji welatê xwe re binivîsînin ku Sûriye ya tevahî Sûriyeyiyan be.

Mîna ku Newroz tê wateya girêdana bi xak û welat ve, divê em tevahî parastina nirxên dîrokî yên Newrozê bikin û ji bo parastina gelê xwe ji tevahî gefan wan nirxan pratîze bikin, hevgirtina civakî û zîndîbûna wê vegerînin. Da ku ewlehî û aramiyê hîs bikin.

Em careke din Newrozê li tevahiyan pîroz dikin û bi hêvî ne hemû cejna xwe di nava şadî û kêfxweşiyê de pîroz bikin."

Her Newroz di xêr û xweşiyê de bin."

(fr)