Serçeteyekî DAIŞ’ê ku plana pêkanîna êrişan dijî herêmê dikir hat girtin

QSD’ê ragihand ku di operasyona ewlehî li bajarê Tebqayê de serçeteyekî DAIŞ’ê ku planên pêkanîna êrişan di pîrozbahiyên Newrozê de dikirin, hat girtin.

Serçeteyekî DAIŞ’ê ku plana pêkanîna êrişan dijî herêmê dikir hat girtin
20 adar, 2025   16:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên QSD’ê bi piştevaniya hêzên Koalîsyona Navneteweyî li bajarê Tebqayê serçeteyekî xeternak ê DAIŞ’ê girt.

Daxuyaniya QSD’ê bi vî rengî ye:

"Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên girêdayî hêzên me QSD’ê bi piştgiriya hêzên Koalîsyona Navneteweyî duh (çarşemê) operasyoneke ewlehiyê li dijî serçeteyekî xeternak a rêxistina "DAIŞ’ê" ya terorîst pêk anî.

Operasyon li bajarê Tebqayê pêk  hat. Piştî hêzên me agahiyên ewlehî û îstîxbaratî yên têkildarî tevgerên terorîstê bi navê "Reefet Rehmon" ê ku bi du nasnavên "Ebî Suheyb El Ednanî û Ebû Hisên El Qirşî" de girtin, hêzan cihê veşartina wî diyar kir û ew girt.

Terorîst "Reefet" emîrê leşkerî yê qaşo wîlayetên "Xêr û Berekê" anku emîrê her du parêzgehên Hesekê û Dêrazorê ye, her wiha plankerê sereke yê êrişên terorîst li herêmên me ye. Têkiliya wî yekser û xurt bi emîr û serçeteyên mezin ên rêxistina terorîst re hebû.

Di lêpirsînên destpêkê de "Reefet" îdia kir ku ji bo kar di 2006’an de çûye Lubnanê û heta 2009’an lê maye  û dûre vegeriyaye Sûriyeyê û di demê de bi komên terorîst re xebitî ye. Serçete "Reefet" ku bi xwe ji Idlibê ye, li xwe mikur hat ku di 2014’an de li Idlibê tev li rêxistina "DAIŞ’ê" ya terorîst bûye û di nava rêxistinê de li bajarê Hema û gundewarê wî xebitiye. Piştre di 2018’an de çûye Tirkiyeyê û bi serçeteyên rêxistina "DAIŞ’ê" re civiya û bi wan re xebitî ye. Heta 2020’an li Tirkiyeyê maye û piştre vegeriyaye Sûriyeyê û di 2022’yan de li bajarê Tebqayê bi cih bûye. Wê demê bû cîgirê qaşo waliyê "Xêr û Berekê" û dûre bû emîrê leşkerî. Perspektîv didan şaneyên terorîst û plan dikir ku kiryarên terorane li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bînin. Di îtîrafên wî de, agahiyên pir xeternak dan û got ‛Wî perspektîv ji serçeteyên rêxistinê wergirtine û li şaneyên girêdayî xwe belav kirine ku di pîrozbahiyên Cejna Newroza îsal kiryarên terorane pêk bînin.’ Her wiha aşkera kir ku şaneyên girêdayî wî li herêmên Cizîrê û Şamê jî hene.

Hêzên me diyar dikin ku ew ê bermahiyên şaneyên rêxistina terorîst bişopînin û bi tundî li dijî her kesê hewl bide alozî û terorê belav bike, ewlehî û îstîqrara li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe, bisekinin."

(fr)