QSD: 18 çete hatin kuştin, 2 erebe hatin rûxandin

QSD’ê ragihand ku di çalakiyên bersivdayînê yên şervanan de 18 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin, her wiha motorsîklêtek û du erebeyên leşkerî hatin rûxandin.

QSD: 18 çete hatin kuştin, 2 erebe hatin rûxandin
8 adar, 2025   11:31
NAVNDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê bîlançoya 24 saetên dawî ya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên bersivdayînê yên şervanan de ev agahî dan:

"Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Baku û Rojhilatê Sûriyeyê 3 meh li pey hev dewam dikin. Hêzên me jî li dijî êrişan çalakiyên bersivdayînê didomînin û derbên giran li çete û dagirkeran didin.

Eniya Qereqozaqê; şervanên YPJ’ê li hemberî êrişên dagirker û çeteyan  çalakiyek li rojavayê Pira Qereqozaqê li dar xist. Çalakî li dijî kombûn û stargehên dagirker û çeteyan hatin lidarxistin û di encamê de 8 çete hatin kuştin û yek birîndar bû. Di çalakiyek din de radarek, baregehek û kamereyek ên dagirkeran hatin rûxandin. Çete û dagirkeran bi zêdetirî 80 guleyan gundên Tîna, Cada, Bîr Hiso, Xeseq, Dîkan, Melha û Sina, girên Sêvê û Qereqozaqê bi obîsên giran, tank, roket û hawanan topbaran kirin. Di encama van êrişên bê serûber de zerarên madî yên mezin li mal û milkên şêniyan bûn.

Eniya Bendava Tişrînê; balafirên şer rêze êriş li gundewarê başûrê rojhilatê Minbicê pêk anîn û bi şev û roj herêm dan ber topan. Ji ber êrişan zerarên madî li gundan bûn. Komeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji xetên pêşîn ên bajarokê Ebû Qeqel hewl dan êrişî nuqteyên şervanên me bikin. Bi destpêka êrişa li ser derdora girê Syrialet (Saet 04.00’an) re şervanên me bersiv da û şer derket. Di encamê de 6 çete hatin kuştin û hin din birîndar bûn.

Eniya bakurê Bendava Tişrînê; hêzên me li kombûnên çeteyan dan. 2 çete hatin kuştin û motorsiklêtek hat rûxandin. Dema çeteyan hewl dan cenazeyên kuştiyên xwe ji qadê rakin erebeya wan derb xwar û çete ji qadê reviyan.

Yekîneyê Şehîd Harûn saet 15.00’an li wesayîteke zirxî ya çeteyan da; wesayît bi temamî hat rûxandin û 2 çete hatin kuştin.

Eniya Dêr Hafir; balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker di tevahiya rojê de li asîmanê herêmê digeriyan. Dagirkeran bi 3 dronên xwekujî nuqteyên hêzên me bombebaran kirin. Di encamê de zerarên madî tenê çêbûn.

Bîlançoya duh: 18 çete hatin kuştin û hin birîndar bûn, her wiha yek jê zirxî 2 erebeyên leşkerî û motorsîklêtek hatin rûxandin."

(bb)