El Colanî têkildarî bûyerên li peravên Sûriyeyê gef xwarin

El Colanî der barê şer û pevçûnên li herêmên peravê yên Sûriyeyê de got "Em ê li dû bermahiyên rejîma Beşar El Esed bin, em ê wan derxin pêşberî dadgehê.”

 El Colanî têkildarî bûyerên li peravên Sûriyeyê gef xwarin
8 adar, 2025   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojên pêncşem û înê li bajar û gundewarên peravên Sûriyeyê li dijî sivîlan binpêkirin çêbûn, piştî ku hêzên desthilata Şamê li wir êrişên leşkerî pêk anîn.

Serokê desthilata Şamê Ebû Mihemed El Colanî duh der barê bûyeran de axivî û got: "Sûriye dê li dû paşmahiyên rejîma Beşar Esed be û wan derxe pêşberî dadgehê.”

El Colanî her wiha got: "Hinek bermahiyên rejîma berê hewl didin Sûriyeya nû biceribînin. Ez ji hêzên ewlehiyê dixwazim ku rê nedin tu kesî ku zêdegaviyan bike.”

Çavdêran der barê gotinên El Colanî de gotin ku ew "ji rastiyê dûr ketiye.”

Li herêmên beravên Sûriyeyê aloziyeke mezin heye. Ji roja pêncşemê ve di navbera komên çekdar û hêzên desthilata Şamê de pevçûnên tund rû didin, di encamê de bi sedan kes hatin kuştin ku piraniya wan sivîl in.