QSDˊê kesekî li Reqayê hatiye revandin rizgar kir

QSDˊê kesekî li Reqayê ji hêla komeke sûcdar ve bi armanca xwestina fidyayê hatiye revandin rizgar kir.

QSDˊê kesekî li Reqayê hatiye revandin rizgar kir
28 sibat, 2024   22:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de got malbata revandî Hesen El Salih El Xelef El Dalî yê ji Reqayê hatiye agahî der barê revandinê de dan wan.

Di daxuyaniyê de hate gotin hêzên QSDˊê dest bi çalakiyên lêgerîn, lêkolîn û komkirina agahiyan li ser revandî û kesên wî karî dikin, kir. Hêzan di demeke kurt de cihê revandî zanî û yekser ew cih xiste çemberê û bangên radestkirinê kir û bersiv da û xwe radestî hêzan kir, bi wê re kesê hatiye revandin hat rizgarkirin û li malbatê vegerî.

Li gorî QSDˊê El Dalî di şeva 12ˊyê Sibatê de ji hêla gelek kesên çekdar ve dema ku wî erebeya xwe diajot rêya wî girtin û ew ber bi cihekî nediyar ve birin û piştre fidya ji malbata wî xwestin.

Her wiha QSDˊê diyar kir ku ew ê xelkê herêmê biparêze û dê her kesên bixwazin ewlehiya şêniyan têk bibin û kiryarên têkbirina îstîqrarê bikin ceza bikin.

(fr)