Rojnameya Weten: Pedersen Adarê li Şamê ye

Çavkaniyan da zanîn ku di vê Sibatê de nûnerê navneteweyî ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen daxwaza serdana Şamê kir.

Rojnameya Weten: Pedersen Adarê li Şamê ye
28 sibat, 2024   22:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Weten a bi ser hikumeta Şamê ve ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên xwe da zanîn ku nûnerê navneteweyî yê taybet ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen di vê Sibatê de daxwaza serdana Şamê kir. Lê Şamê serdana wî di nîvê Adarê de diyar kir.

Duh Pedersen da zanîn ku rewşa Sûriyeyê li gorî hemû nîşanan bi paş dikeve ku rewşa niha jî nayê kontrolkirin. Nexasim ku şerên herêmî bandorê li krîzê dikin û wê sal bi sal kûrtir dikin.

Duh di civîneke Meclisa Ewlekariyê de Pedersen der barê rewşa Sûriyeyê de lidarnexistina heta niha ya gera 9'emîn a komîteya destûrê li Cinêvê rexne kir û got, "Di heman wextî de hemû sedemên aloziya Sûriyeyê didomin. Di encamê de qurbaniyên sivîl û koçberî zêde dibin. Pêwîstiyeke mezin bi agirbestekê li Sûriyeyê heye. Divê agirbest li gorî biryara 2254ˊan bê pêkanîn."

(mh)