Qirkirina ekolojî li Kurdistanê rojeva Konferansa Yekemîn a Ekolojiyê ye

Di beşa sêyemîn a Konferansa Yekemîn a Ekolojiyê de, gelek mijarên girîng wek wêrankirina xwezayê û cografiya Kurdistanê, bikaranîna Tirkiyeyê ya xwezayê di şerê xwe yê li dijî gelên Kurdistanê de hatin nîqaşkirin.

27 nîsan, 2024   16:27
QAMIŞLO

Konferansa Yekemîn a Ekolojiyê di roja duyemîn de berdewam e. 

Bi rêya Zoomê, profesora beşa Cografiya, Plankirin û Hawîrdorê ya Zanîngeha Concordia Dr. Bengi Akbulut semînerek li ser rewşa hawîrdorê li Bakurê Kurdistanê piştî desthilata AKP`ê da.

Bengi diyar kir ku xwezaya Kurdistanê ji bo talankirina binerda wê, bi awayekî hovane hatiye talankirin, darên hatine şewitandin û ev qirkirina ekolojîk hîna berdewam e û armanca wê têkiliya gelê wê bi erdê qut bike û gel ji gundan koçber bike.

Bengî destnîşan kir ku Tirkiye siyaseta qirkirina xwezayê û komî li dijî cografiya Kurdistanê dimeşîne û bang kir ku divê di navbera gelên bindest li ser asta navneteweyî hevgirtî bin û çareseriyên alternatîfê petrolê peyda bikin. 

Profesor û pisporê kar û barên qanûna navneteweyî Mehmûd Patîl jî di semînera ku daye de, aloziyên civakî, hawîrdorê û mirovî li gel siyasetên pergala kapîtalîst, fikrê Rêber Abdullah Ocalan ê pergala modernîteya demokratîk û şîrovekirina wî ya aboriya jîngehî nirxand.

Patîl destnîşan kir ku bingeha modernîteya demokratîk, demokrasî ye ku alternatîfê netewperestiyê ye û civaka ekolojîk pênase kir ku civakeke di aliyê siyasî û ekolojîk de zana ye. Patîl da zanîn ku modernîteya kapîtalîst, aloziyên jîngehê girêktir dike û got: "Di encama kiryar û tevgerên modernîteya kapîtalîst, hawîrdor wêran bû û hîna wêran dibe. Lê belê modernîteya demokratîk hawîrdorê diparêze û koçberiyê radiwestîne. Ji ber wê, alternatîfê modernîteya kapîtalîst e. Rêber Abdullah Ocalan, sedemên aloziyan analîz dike û çareseriyan jê re dibîne."

Patîl anî ziman ku afirandina civakeke jîngehî û çandinî ku ji gundan destpê dike, çareseriya yekane ya tunekirina pîşesaziyê ye û wiha domand: "Ji xwe dema wisa bibe, felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dikeve pratîkê û dikarin bi rêya wê zirarê nedin hawîrdorê, bêkarî, xizanî û birçîbûnê tune bikin. Heke me ev astengî derbas kirin, wê demê em dikarin civakeke zana di aliyê siyasî û civakî de li gorî pîvanên civakî biafrînin. Wê demê gel dê bi ser kevin."

SIYASETA AVÎ YA TIRKIYEYÊ Û WÊRANKIRINA KANZANIYÊ LI BAKURÊ KURDISTANÊ

Zanyarê hawrîdorê Ercan Ayboga jî di semînera xwe de behsa bikaranîna Tirkiyeyê xweza wek amûerekî di şerê li dijî gelê Kurd de kir û diyar kir ku Tirkiye gelek lihevkirin îmze kiriye, gelek bendan li ser çemên mezin wekî Munzur û Zapê ava kirin û nahêle ew av bigihêje Sûriye û Iraqê, ji ber wê zirarên mezin li zeviyên çandiniyê û pergala jîngehî ya her du welatan dibin û dibe sedema zuhabûna hin herêman û aloziya avhewayê zêdetir dike.

Ercan bal kişand ser siyasetên lêgerînê û kanên zêr û metalan kir ku bi madeyên kîmyawî yên jehrî di kanzaniyê de tên bikaranîn.

Dr. Lena Eklund ku di cografiya xwezayî de doktor e, lêkolînera kar û barên hawîrdorê Pinar Dînk di semînera xwe de bi wêne xwezaya Kurdistanê ku çawa ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye wêrankirin û çiqa daristan di encama şer de hatine şewitandin, şîrove kir.

Dr.Marcin Skupiński ku doktorê zanista mirovî ya Zanîngha Warsoyê ye semînerek bi navnîşan "Şoreşa li gerestêrka dimire; wêraniya ekolojî û siyaseta ekolojiyê li Bakur û Rojhilat Sûriyeyê" da.

Skupińskiîşaret bi guhertinên avhewayê û bandorên wê li ser jiyana mirovan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û destnîşan kir ku pêwîstiya herêmê bi teknolojiya pêşketî heye.

Her wiha Skupiński îşaret bi êrişên dewleta Tirk û wêrankirina binesaziya herêmê kir ku Tirkiye avê wek çekekê li dijî gelên herêmê bi kar tîne û şerê wê bi planên mêtingeriyê ve girêdayî ne û armanca wê tunekirina projeya neteweya demokratîk e.

Konferans bi nîqaşkirina beşa dawîn a bi sernavê "Hevkarî di navbera rêxistin û tevgerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de" berdewam e.

(şx)

ANHA