Leşkerekî Şamê li Laziqiyê hat kuştin

Di pevçûnên navbera çeteyan û hêzên hikumeta Şamê yên ji destpêka 2024ˊan de li bakurê rojavayê Sûriyeyê 196 leşkerî û welatî hatine kuştin, herî dawî jî li Laziqiyê leşkerek hat kuştin û li bajarê Etarib ê rojavayê Helebê welatiyek birîndar bû.

Leşkerekî Şamê li Laziqiyê hat kuştin
27 nîsan, 2024   16:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), çeteyên ˊHeyet Tehrîr El Şamˊ û hêzên hikumeta Şamê li bakurê Laziqiyê bi hev ketin, di encamê de leşkerekî Şamê hat kuştin. Her wiha di topbaranên hêzên hikumeta Şamê li bajarê Etarib ê rojavayê Helebê de welatiyek birîndar bû.

Hêzên hikumeta Şamê bi çekên giran û guleyên obîsan derdora San, Merbelît û Bara yên başûrê Idlibê, Nêreb ê rojhilatê Idlibê, Kefer Emê, Kefer Teal û Qeser ên rojavayê Helebê topbaran kirin. Hemwextî wê balafirên keşfê li asîmanê herêmê digerîn.

Ji destpêka 2024ˊan ve di encama pevçûn, topbaran û êrişên balafirên xwekuj ên navbera hêzên Şamê û çeteyan de 196 leşkerî û welatî hatine kuştin.

(fr)