Qeyûmê Mêrdînê gelek kes ji kar derxistin

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya bakurê kurdistane  6 kesan ji kar derxist.

Qeyûmê Mêrdînê gelek kes ji kar derxistin
30 mijdar, 2024   11:52
 NAVENDA NÛÇEYAN

Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku Walî Tûncay Akkoyun wekî qeyûm tayinî wê hat kirin, dest bi qirkirina karkeran kir. Qeyûm 6 kesan ji kar derxist. 

Her wiha hat diyarkirin ku qeyûm hin kesên di dema DEM Partiyê de ketibûn kar jî şandine yekeyên cüda.